MED-DER: Daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî zêde dibe

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) rapirsiyek derbarê fêrgehên ziman de li gel Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê amade kir.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) rapirsiyek derbarê fêrgehên ziman de li gel Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê amade kir. Li gorî rapirsiyê di nava kurdên seranserê  cîhanê de ji serê pandemiyê ve daxwaza fêrbûna zimanê zikmakî zêde dibe.

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) derbarê xebatên xwe yên fêrkirina zimanê Kurdî de rapirsiyek ji raya giştî re aşkere kir ku rapirsî jî ji aliyê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê ve hat amadekirin.

Rapirsî li gel beşdarên fêrgehên zimanê kurdî yên MED-DERê hatiye kirin û li gorî rapirsiyê ji serê pandemiyê ve daxwaza fêrbûna zimanê kurdî zêde dibe ku sala 2020an de bi awayekî online 292 kesan serî li fêrgehê dane, di sala 2021ê de 397, di 2022yan de 803 kesan serî li fêrgehê dane ku rêveberên MedDerê dibêjin tevî hemû êrîş û zextan Kurd dest ji zimanê xwe bernadin.

Hevserokê MED-DERê Rihat Ronî diyar kir: “99 sal in mafê perwerdehiyê ya Kurdan nehatiye nasîn. Saziyên ziman hatine girtin û axaftina bi kurdî buye sedema zindanîbunê. Divê mafê ziman were nasîn.”

Îsal bi awayekî rûbirû û online ji Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê ji 43 bajaran û ji welatên Ewrûpayê û Amerîkayê, ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, ji seranserê cîhanê Kurd serî li fêrbûna zimanê kurdî dane ev yek bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk Sabrî Kiliç destnîşan kir: “Wek Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê her sal em lêkolînan ser zimanê kurdî dikin û rapirsî didin nîşan ku Kurd di her şert û mercan de daxwaza zimanê xwe dikin û dixwazin fêrî zimanê xwe bibin.”

Li gorî pisporên zimanê kurdî fêrgeh hêja û girîng in lê bi waneyên bijare an jî bi fêrgehan pirsgirêkên zimanê Kurdî ji holê ranabin.

Lêkolîner û pispor balê dikşînin, heta ku ji dibistanên seretayî heya zanîngehê zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, pirsa zimanê Kurdî çareser nabe û pişaftin jî didome.