Dewleta Yasa daxwaza navbeynkariyê ji Kurd û Suneyan dike

Endamê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Mihemed Seyhûd ragihand, herdu hevpeymaniyên Kurd û Sune, nêzîkî Çarçoveya Hevahengiyê ne.

Hewlêr (K24) – Endamê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Mihemed Seyhûd ragihand, herdu hevpeymaniyên Kurd û Sune, nêzîkî Çarçoveya Hevahengiyê ne.

Mihemed Seyhûd diyar kir, ew nêzîkahiya ku di navbera Kurd û Suneyan ligel Çarçoveya Hevahengiyê de heye, dikare xala hevbeş û navbeynkariyê di navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê de bike.

Seyhûd destnîşan kir, ji ber hikûmeta karbirêker û nebûna desthilata temam, Iraq ber bi wêraniyê ve diçe, loma divê aliyên siyasî ji bo rizgarkirina Iraqê ji vê rewşê, bixebitin.

Roja 29ê Tebaxa 2022yan, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di twîtekê de destjikarkişandina xwe ji karê siyasî ragihand, vê yekê rewşa Iraqê aloztir kir.

Alîgirên Sedir berê xwe dan Navçeya Kesk a li Bexdayê û derbasî nav avahiya hikûmetê bûn, di encamê de şer di navbera alîgirên Tevgera Sedir û hêzên çekdar de derket.

Li gor amaran, di wan şer û pevçûnan de zêdetirî 30 kes hatin kuştin û herî kêm 300 kes birîndar bûn.

Piştî du roj alozbûna cadeya Iraqê, Muqteda Sedir di konferanseke rojnamevanî de daxwaz kir ku xwepêşander di nava 60 xulekan de vekişin.

Piştî wê gotara Sedir, rewş aram bû û piraniya aliyên siyasî û balyozxane û Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li destpêşxeriya Sedir kir, ji bo destpêkirina gotûbêjan û derbasbûna Iraqê ji vê rewşê.