Parlamenterê AK Partiyê Mehdî Eker bang li veberhêneran dike

Parlementerên Diyarbekirê yên AK Partiyê bang li veberhêneran kirin ku ji derfetên karkirinê yên li Diyarbekirê sûdê werbigirin û razemeniyan bikin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Parlementerên Diyarbekirê yên AK Partiyê bang li veberhêneran kirin ku ji derfetên karkirinê yên li Diyarbekirê sûdê werbigirin û razemeniyan bikin.

Şandeke ji parlementer û rayadarên AK Partî û karsazan pêk hatî serdana Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Diyarbekirê (OSB) kirin û bi Serokê OSB Mustafa Fîdan re hevdîtinek pêk anîn.

Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Mehdî Eker got ku li OSBê ji 10 hezaran zêdetir kes dixebitin. Eker da zanîn ku salane 16 hezar ton pembû tê berhemanîn.

Mehdî Eker diyar kir, Diyarbekir bajarekî bi aram û guncav e û êdî Diyarbekir jî yek ji navendên karkirinê ye û gelek derfetên karkirinê lê hene û bang li veberhêneran kir ku li Diyarbekirê razemeniyan bikin.