Leşkerekî Tirkiyê li ser sînor hat kuştin

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand, li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê leşkerek hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand, li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê leşkerek hat kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Tirkiyê, li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, li nêzîkî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, roja 23ê Tebaxê êrîşek li dijî hêzên Tirkiyê hatiye kirin û Çawişê Pispor Ramazan Uçakçi di wê êrîşê de birîndar bûye.

Hat eşkerekirin ku leşkerê birîndar ji bo tedawiyê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin, tevî hemû hewldanan, duh roja 9ê Îlonê li nexweşsaneyê canê xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve artêşa Tirkiyê çend gundên sînorê bajarojê Til Temir bombebaran kiriye.

Di van demên dawî de Tirkiye çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike, herwiha gefa encamdana êrîşeke bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwe.