Li Rihayê du zarok di nav avê de xeniqîn

Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi Rihayê 2 zarokên Sûrî di nav avê de xeniqîn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi Rihayê 2 zarokên Sûrî di nav avê de xeniqîn.

Hat ragihandin ku şeva 9ê Îlona 2022yan li Taxa Hurriyetê ya ser bi navçeya Kaniya Xezalan, du zarokên Sûrî yên 8 û 11 salî ketin nav coka avê û tê de winda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tendirûstiyê gihîştine cihê bûyerê û her du zarok ji nav avê hatine rizgarkirin. Lê ligel hemû hewldanan, her du zarokan li Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan canê xwe ji dest dane.

Termên herdu zarokan bi mebesta pişkînîna bijîşkî bo Saziya Tiba Dadî hatin veguhestin.