Nêzîkî 20 hezar ziyaretkarên Îranê bi rêya Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran hatin Herêma Kurdistanê

Di nava sê rojên borî de nêzîkî 20 hezar ziyaretkarên Îranê bi rêya Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran ve hatin Herêma Kurdistanê, da ku ji bo beşdariya Çileya Îmam Husên serdana Necef û Kerbelayê bikin.

Hewlêr (K24) – Di nava sê rojên borî de nêzîkî 20 hezar ziyaretkarên Îranê bi rêya Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran ve hatin Herêma Kurdistanê, da ku ji bo beşdariya Çileya Îmam Husên serdana Necef û Kerbelayê bikin.

Peyamnêrê K24ê Teyfûr Mihemed ragihand, di rojên yekem û duyem de hejmara ziyaretkaran kêm bû, lê belê ji duh ve hejmar zêde bûye, îro jî hejmareke berçav ji ziyaretkarên Îranî, berê xwe dane Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran.

Rêveberê Nişîngeh û Pasaportê yê Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran Salar Tehsîn ji K24ê re ragihand: “Ji 7ê vê mehê ve, hatina ziyaretkarên Îranê di Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran re dest pê kiriye, bi rastî roja yekem hatina ziyaretkaran kêm bû, nêzîkî 1200 kes bûn, lê belê roja duyem hejmar zêde bû bo 3 hezar kesan, duh gelek zêde bû ku gihîşt 7 hezar kesan, îro jî heta demjimêr 10:00 4 hezar ziyaretkar hatin.”

Li ser biryara Îranê ya derbarê girtina deriyên xwe yên sînorî yên ligel Iraqê de, Salar Tehsîn diyar kir, bandora wê hebû ku gelek ziyaretkar berê xwe bidin deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û got: “Ziyaretkar û geştyarên Îranê ji rêkar û îcraatên Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran razî ne.”