Li Tirkiyê sezona nû ya masiyan dest pê kir

Li Tirkiyê qedexeya li ser nêçîra masiyan ya di deryayan de rabû. Lê ji ber kêmbûna masiyan ya îsal bihayê wan jî zêde ye.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê qedexeya li ser nêçîra masiyan ya di deryayan de rabû. Lê ji ber kêmbûna masiyan ya îsal bihayê wan jî zêde ye. Loma kiriyar jî niha tenê li dezgehên masiyan temaşe dikin. Hem masîfiroş û hem jî welatî çaverê dikin ku di rojên pêş de bi zêdebûna bereketa masiyan bihayê wan jî kêm bibe. 

Li Tirkiyê bi hatina meha Îlonê re qedexeya nêçîra li ser masiyan ya di deryayan de rabû û sezona nû dest pê kir. Lê li gorî masîgiran, îsal ji ber ronahiya hîvê bereketa masiyan ne wekî salên borî ye.

Piraniya cûreyên masiyên ku niha li ser dezgehên masîfiroşan têne firotin sardalya, palamut, hemsî, mezgît, kefal, îstavrît û barbûn e. Kîloya masiya palamut ku herî zêde di vê mehê de tê firotin bi 80 lîre, hemsî 70 lîre û îstavrît jî bi 50 lîreyan e.

Masîfiroş diyar dikin; hê bihayê masiyan bilind e welatî zêde nikarin bistînin lê ew çaverê dikin di nava 15 rojan de bihayê masiyan nîve nîv kêm bibe.

Masîfiroş Bahtiyar Ozhalepli ji K24ê re diyar kir: “Niha nediyariyek di bihayê masiyan de heye. Rast e bihayê wan zêde ye. Cûreyên wan jî hê gelekî kêm e. Loma yên dikirin jî hene lê yên ku tenê tên temaşe dikin jî.”

Herwiha Masîfiroş Burhan Turkoglu jî destnîşan dike: “Piştî 15 rojan wê bereketa masiyan zêdetir bibe. Hîv wê xwe li reşê bipêçe ronahiya xwe kêm bike, ba namîne, hingê wê masî zêde bibin û bihayê wan jî kêmtir bibe.”

Piraniya welatiyên ku derketine bazarê û serdana sûka masiyan dikin û dixwazin masiyan bistînin ji ber bihayê zêde gelek caran tenê li dezgehan temaşe dikin. Lê welatiyên ku bi salan e ji xwe re kirine wekî kevneşopiyekê û nikarin dev ji xwarina masiyan berdin digel bihayê zêde jî masiyan dikirin û dibin ser sifreyên xwe.

Welatiyê bi navê Metîn Kizilgun ragihand: “Min mezgît kirî. Ev 60 sal in ez ji vir dikirim masiyên xwe. Bihayê masiyan zêde ye lê em çawa bikin. Min kiloyek mezgît bi 100 lîreyan kirî.”

Welatiya bi navê Aslihan Babacan jî dibêje: “Bihayê masiyan gelekî zêde ye. Min palamut kirî bi 90 lîreyan. Em li bendê ne ku bihayê masiyan kêm bibe. Li gorî goştê sor dîsa jî baştir e”

Masîfiroşekî ku rojane li ser dezgeha xwe 500 kîlo masî difrot, bi taybet li Stenbolê îsal hem ji ber bihayê zêde û hem jî ji ber kêmbûna masiyan hê jî nehatiye wê astê ku ji zêdetirî 200 kîloyan masiyan bfiroşe.

Dema meha Îlonê tê sezona masiyan jî vedibe. Hemû welatiyên li Tirkiyê dijîn bi taybet jî li Stenbolê, çaverê dikin li vê mehê, da ku masî bi bereket ji nava avê derkevin. Lê ji ber hebûna ronahiya hîvê îsal bereketa masiyan kêm e. Jiber wê jî bihayê masiyan hinekî bilind e. Hem masîgir, masîfiroş û hem jî welatî çaverê dikin ku di nava 10 rojan de bihayê masiyan kêmtir bibe da ku karibin bi hêsanî bibin ser sifreya xwe û bixwin.