Rêveberiya Xweser: 3 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dan

Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê
Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Nexweşiya Kolera li herêmên Rêveberiya Xweser belav bûye û heta niha 3 kesan li bajarên Reqa û Dêrazorê canê xwe ji dest dane.

Desteya Tedirustiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de belav kir, nexweşiya Kolera bi awayekî berçav li bajarên Reqa û Dêrazorê belav bûye kesan û heta niha 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Desteya Tedirustiyê bang li rêxistinên navdewletî û di serî de Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) kir ku ji bo rêgirtina li belavbûna kolerayê, alîkariyên tendirustî yên pêwîst pêşkêş bikin.

Desteya Tedirustiyê di daxuyaniyek din jî diyar kir, 24 demjimêrên borî de 26 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.