Malbatek daxwaza diyarkirina çarenivîsa kurê xwe ji PYDê dike

Ehmed Sîdo
Ehmed Sîdo

Navenda Nûçeyan (K24) – Malbata Kurd a Efrînê ku kurê wan berî 9 salan li Helebê hatiye revandin, daxwaza diyarkirina çarenivîsa wî ji PYDê dike û bang li rêxistinên mirovî, yasayî û civaka navdewletî dike, fişarê li PYDê bikin, ta ku çarenivîsa kurê wan diyar bike û serbest berde.

Malbata Ehmed Osman Sîdo îro di daxuyanekê de ragihand, “grûpeke ser bi PYDê ji roja 10/9/2013an ve Ehmed Osman Sîdo li taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Gelek caran me pirsa Ehmed ji PYDê kir, lê ew red dike ku Ehmed revandibe yan jî di zîndanên wan de be. Ji ber vê yekê em daxwazê ​​ji PYDê dikin çarenivîsa birayê me aşkere bike, ji ber ku berpirsiyariya jiyana wî li ser milê wê ye.”

Malbata Ehmed Osman Sîdo bang li rêxistinên mirovî, yasayî û civaka navdewletî kir, fişarê li PYDê bikin ta ku çarenivîsa birayê wan diyar bike û serbest berde.

Ehmed Osman Sîdo sala 1960î li gundê Husê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ji dayik bûye û li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê rûniştibû.

Taxa Şêx Meqsûd li Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku piraniya niştecihên wê ji Efrînê ne. Taxa Şêx Meqsûd û taxa Eşrefiyê du dora 200 hezar Kurd lê dimînin, ji salên destpêkê yên krîza Sûriyê ve di destê YPGê de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.