Amerîka gefa dorpêçên nû li Tirkiyê dixwe

Amerîka: Tirkiye firokeyan ji Rûsyayê bikire, dê rastî dorpêçan bê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Amerîka ragihand ku eger Enqere firokeyên şer ji Rûsyayê bikire, emê dorpêçan deynin ser Tirkiyê.

Li gorî çapemeniya Tirkiyê berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka ji rojnameya Hellas Journal ya Yunanistanê re ragihandiye, eger Enqere firokeyên şer ji Rûsyayê bikire, em ê dorpêçan deynin ser Tirkiyeyê.

Heman berpirsê Amerîka li ser kirîna S-400 ji Rûsyayê jî rexne li Tirkiyê digire û dibêje, nabe ti hevalbendekî me çekan ji Rûsyayê bikire.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Înê ragihandibû, eger Amerîka firokeyên F-16 nefiroşe wan, ew dikarin ji jî Rûsyayê bikirin.

Bi başbûna pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê re, Serokê Amerîka Joe Biden di meha Hezîranê de ji Erdogan re gotibû ku ew ê piştgiriyê bide firotina firokeyên şer ên F-16 yên kêm pêşketî. Lê ev ye piştgirîya Kongressa Amerîka jê re nebû, ku ji bo firotina kelûpelên leşkerî pêdivî bi pejirandina wê heye.

Pêştir jî dema Tirkiyê di sala 2019an de sîstemên berevaniya mûşekî yên Rûsî S-400 bi kirîbû, Amerîka cezayên aboriyê li ser Tirkiyê sepand û ji bernameya firokeyên şer ên F-35 dûr xistibû.