Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê vegerandina nasnameya niştimanî û neteweyî ya gelê Kurdistanê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêcîrvan Barzanî bi boneya salvegera Şoreşa Îlonê, peyamek belav kir û tê de ragihand, “Şoreşa Îlonê vegerandina nasnameya niştimanî û neteweyî ya gelê Kurdistanê bû.”

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Em îro bi rêz û hurmetê 61 saliya destpêkirina şoreşa mezin a Îlonê, rêberê şoreşê nemir Barzanî, rêhevalên wî û hemû qehremanên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe feda kirine, bi bîr tînin. Silav bo malbatên serbilindên şehîdan û hemû wan Pêşmerge û xebatkarên ku di rojên tengavî û dijwar yên şoreşê de bi dilsozî kedê dane û xizmetê kirine, dişînîn.

Şoreşa Îlonê vegerandina nasnameya niştimanî û neteweyî ya gelê Kurdistanê bû. Şoreşa hemû çîn û pêkhateyan bû ku ew di bin rêberatî û serokatiyeka yekgirtî de hemû anîn cem hev. Di yek ji demên herî dijwar yên dîroka gelê Kurdistanê û herêmî de bi îrade û baweriyeke polayîn rûbirûyê dijmin bûn. Dewleta Iraqê neçar kir ku mafên gelê Kurdistanê nas bike û bibe bingehek bo hemû destkeftên paşerojê. Mînaka şoreşê ya ciwantir jî ew bû ku bi serkeftinan mexrûr nebû, lê serkeftin kirin derfetek ji bo zêdetir tolerans, tekoşîna hevpar û yekîtiya mezintir di nav mala Kurdistaniyan de.

Şoreşa Îlonê ji dost û dijberan û ji hemû cîhanê re îspat kir ku ti hêzeke leşkerî nikare îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan û azadiyê bişkîne. Sir û hêza serkeftina şoreşê yekrêziya hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê bû, ji ber wê jî, di vê bîrhatinê da, em tekezî li ser biratî û yekrêziya û karê hevpar ya di navbera hemû pêkhate û hêzên siyasî yên Kurdistanê de dikîn. Ev jî ji bo parastina maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê û çespandina sîstema federalî û paşerojeke baştir û baştirîn rê ye.

Bi rûmetê ve bi bîranîna şoreşa mezin a Îlonê bi bîrtînîn û silav û nemirî bo giyanê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11.09.2022