Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma Duhokê ya werzişê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma werzişê ya Duhokê kir, bi boneya gihîştina wê bo Xula Nayab a Iraqê û piştevaniya xwe ji bo bizava werziş û werzişkarên Kurdistanê dubare kir.
Tîma Duhokê ya Futbolê duhî di lîstika li hembera Emaneya Bexdayê (2 - 0) bi ser ket û piştî şeş salan careke din gihîşt Xula Nayab a Iraqê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Tîma Duhokê Ebdulla Celal de, pîrozbahî li serok, endamên Desteya Kargêrî, tevahiya lîstikvanan û handerên tîma Duhokê ya werzişî kir, bi boneya serkeftina tîma wan bo Xula Nayab a Iraqê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê jê re xwat û piştevaniya xwe ji bo bizava werzişê û werişkarên Kurdistanê dubare kir.