Zanîngeha Şirnexê konsera hunermend Xecê qedexe kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsera hunermend Xecê ya biryar bû li Zanîngeha Şirnexê bê lidarxistin, ji aliyê serokatiya zanîngehê ve hat betalkirin.

Biryar bû Hunermend Xecê 4’ê Cotmeha bê li Navenda Çand û Kongreyan ya Zanîngeha Şirnexê konserekê li dar bixe, lê ji aliyê serokatiya zanîngehê ve hatiye qedexekirin.

Hunermend Xecê di derbarê qedexekirina konsera xwe de wiha got, biryar bû 4ê Cotmehê li Zanîngeha Şirnexê konserekê lidarbixim, ev konser bêyî ti sedemek bê nîşandan ji aliyê serokatiya zanîngehê ve hatiye qedexekirin.

Îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 15 konser û festîvalên navxwe û navdewletî bi sedemên curbicur hatine qedexekirin.