Welatî ji bihabûna kelûpelên perwerdehiyê bi gilî ne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê werzê nû yê perwerdehiyê roja 12ê Îlonê de dest pê dike û malbat bi gilî ne ku kelûpelên perwerdehiyê gelek buha ne. Firoşkar jî dibêjin li gorî beriya pandemiyê bihayên kelupelan heta %400 zêde bûye.

Li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyê werzê nû yê Perwerdehiya 2022-2023ê di 12ê Îlonê de dest pê dike û malbat jî kelûpelên perwerdehiyê ji zarokên xwe re distînin. Lê ji ber ku li aliyekê qeyrana aboriyê heye û li aliyekê jî keluıpelên perwerdehiyê biha bûne malbatên derfetên wan têra danustanê nekin dikevin tengasiyê. Gelek malbat ji ber ku nikarin hemu pêdiviyên zarokên xwe bistînin ji neçarî beşek ji pêdiviyan nastînin.

Welatî Sebahattîn Kaplan: “Ez bi kêmtirîn mûçe dixebitim, 3 zarokên min hene. Ez nikarim hemû pêdiviyên wan bistînim. Ji neçarî ez jî nîvê pêdiviyan distînim. Biha gelek zêde ne, ji bo me gelek zehmet e.”

Firoşkarên ku kelûpelên perwerdehiyê difiroşin jî dibêjin ji ber ku gelek kelûpelên di qada perwerdehiyê de tên bikaranîn ji derve tên û bi dolaran tên kirrîn kelupel evqasî zêde biha bûne.

Dukandar Mikaîl Adiguzel: “Berê lêçuna xwendekarek navbera 200-500 lîre de bû niha serê xwendekarek 1000 lîre tê xerçkirin ku carnan zêdetir jî dibe. Ez dikarim bibêjim bi giştî kêm zêde %300 zam çûye ser kelûpelan. Welatî bertek nîşan didin”

Di serdema pandemiyê de pirraniya dewrê perwerdehiyê bi awayekî online berdewam kir û malbat zêde neçar neman ku danûstana perwerdehiyê bo zarokên xwe bikin ku îsal bihabûn zêdetir bibandor e.

Beriya pandemiyê di sala 2019an de pênûsek ji rêzê ya herî erzan bi 50 qurîş bû, lê niha bihayê vê pênûsê 2 lîre ye ku 4 qetan zêde bûye.