Parêzgarê Duhokê: Hikûmeta Almanyayê piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê dubare kir

“Di civînan de, me pêşvebirina pêwendiyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir."
Civîna Parêzgarê Duhokê ligel hejmarek rayedarên Almanyayê
Civîna Parêzgarê Duhokê ligel hejmarek rayedarên Almanyayê

Hewlêr (K24) – Parêzgahrê Duhokê Elî Teter ragihand, hikûmeta Almanyayê piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê dubare kir û di civînan de pêşvebirina pêwendiyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Îro duşemê 12ê Îlona 2022yan, Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji Kurdistan24ê re ragihand, çend roj in li Almanyayê ne û ligel Serokê Dezgeha Caritas a Almanî, Cîgira Serokê Parlamentoya Bakurê Ren Vestfalya Bêrîvan Aymaz, Parêzgarê Essenê, hejmarek wezaret û saziyên hikûmeta Almanyayê civiyane.

Parêzgarê Duhokê diyar kir: “Di civînan de, me pêşvebirina pêwendiyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir, rayedarên hikûmet û parlamentoya Almanyayê jî piştevaniya xwe ya temam bo Herêma Kurdistanê dubare kirin.”

Elî Teter eşkere kir, ligel Wezareta Karûbarên Civakî ya Almanyayê mijara pebaneran jî gotûbêj kiriye di egera dirustbûna her bûyereke nexwestî de ku xelkê Herêma Kurdistanê neçar bike ber bi Ewrûpayê koç bikin.

Teter diyar kir, wî alîkarî ji Almanya û hejmarek welatên Ewrûpayê daxwaz kiriye, da ku hevkariya Herêma Kurdistanê bikin bi mebesta dirustkirina zemînsaziyek ji bo rêlibergirtina koçkirina xelkê, ji ber ku koçkirin çareserî nîne û divê li Herêma Kurdistanê jiyaneke baştir ji bo ciwanan were dabînkirin.

Parêzgarê Duhokê destnîşan kir, pêwendiyên wan ên gelek bihêz ligel hejmarekê eyaletên Almanyayê, bi taybetî ligel eyaleta Bakurê Ren heye û di vê serdanê de tekezî li pêşvebirina wan pêwendiyan kirine, ji ber ku piştî hilbijartinên sala borî guherînên mezin di nav Almanyayê de rûdane, loma ji bo pêşvebirin û berfirehkirina wan pêwendiyan serdana Almanyayê kirine.