Rêxistinên Ziman: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Rêxistinên Ziman li Diyarbekirê bi boneya destpêkirina werzê perwerdehiyê li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê, bang kirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî were nasîn.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Rêxistinên Ziman li Diyarbekirê bi boneya destpêkirina werzê perwerdehiyê li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê, bang kirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî were nasîn.

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî li Parka Koşuyolu ya Diyarbekirê bi boneya destpêkirina werzê perwerdehiya serdema 2022-2023 bang kirin ku li Tirkiyeyê zimanê Kurdî jî bibe zimanê perwerdehiyê û ji dibistana seretayî heta zankoyê di perwerdehiyê de zimanê kurdî were bikaranîn.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin, hat diyarkirin ku her çiqas reformên biçûk derbarê zimanê kurdî de hebin jî bi rêbazên cuda tên astengkirin ku vî welatî 84 milyon mirov dijîn û ji sisêyê yekê wan Kurd in.

Bang hate kirin ku pêwîst e xala 42. a makezagona Tirkiyeyê ya dibêje “zimanê perwerdehiyê bi tirkî ye û ji bilî tirkî zimanek din nabe zimanê perwerdehiyê” were guherîn, Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî bi hemû xalên xwe ve were pejirandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta daxwazên gelê Kurd ji pêşdibistanan heta zanîngehan werin pêkanîn dê tekoşîna gelê kurd bidome.