Li Rihayê bûyera trafîkê: 16 kes birîndar bûn

Li navçeya Siwêregê ya ser bi Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê û mînîbûsa ku karkerên demsalî vediguhestin li hev dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê û mînîbûsa ku karkerên demsalî vediguhestin li hev dan û di encam de 16 karker birîndar bûn.

Şeva 12ê Îlona 2022yan li ser rêya Siwêreg û Rihayê mînîbûseke ku karkerên demsalî vediguhestin û otomobîlekê li hev dan û di encamê de 16 karker birîndar bûn ku hejmareke zarok jî di nav de hene.

Hat ragihandin ku 16 karkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatine veguhestin û tedawiya wan berdewam e.

Li gor zanyariyan karkerên demsalî ji kar vedigeriyan û diçûn malên xwe yên li navçeya Siwêregê.