Festîvala Kobanî ya Fîlmên Sînemayî li bajarê Boxhum hat sazkirin

kurdistan24.net

Boxhum (K24) – Festîvala Kobanî ya Fîlmên Sînemayî gera xwe ya sêyem li bajarê Boxhum ê Almanyayê saz kir û tê de bi dehan fîlmên Kurdî û biyanî beşdar bûn, lê di gera îsal de, hemû berhemên beşdar, bi tenê kurtefîlm bûn, ji nav wan jî heşt fîlman xelatên hemecur wergirtin.

Bi beşdariya bi dehan fîlmên sînermayî û dekumêntarî, gera sêyem a Festîvala Sînemayî ya Kobanî li bajarê Boxhum ê Almanyayê hate sazkirin. Di festîvalê de ji bilî nîşandana filman, rexenegirên di warên hunerî de jî dîtin û nirxanidinên xwe bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Almanî anîn ziman. Her wiha hin navbir û çalakiyên din ên hunerî jî hatin kirin. Cudahiya gera îsal ew bû, film bi tenê yên Kurt bûn, ev jî yek ji xalên kêmaniyê bû, li gorî nirxandina hin beşdaran.

Gera îsal, bi alîkariya şexî hatiye kirin, lewma daxwaz ji karsaz û dewlemendên Kurd hat kirin ku bêtir li çalakiyên bi vî awayî xwedî derkevin. Li hember vê yekê jî, ekter û derhênerên Kurd dibêjin, kêşeya aborî, mezintirîn astengî ye li hember geşepêdana sînemayê ye.

Ji bilî berhemên hunerî, navê Kobanî li ser asta cîhanê wekî simbola berxwedana li dijî terorê hatiya naskirin. Serpirştyarên vî karî dixwazin ev nav berdewam bimîne, lê bi awakî hunerî jî.

Ligel ku hin hunermend gazinan ji wê yekê dikin ku sînemaya Kurdî ne di asteke pêwîst de ye, lê rêveberên vê festîvalê dibêjin, heger ew ast kêm be jî, lê pêwîstiya wan bi fesîvalên bi vî awayî bi taybet li welatên biyanî heye, da ku mil bi mil, hunera xwe ligel ya miletên din bidin nîşandan.