Rayedarekî Sûrî: Ji bo başkirina pêwendiyên bi Tirkiyê du mercên me hene

Serokê Komîteya Têkiliyên Navdewletî ya Encûmena Nûneran a Sûriyê: Ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Enqerê re ti pirsgirêka Esed nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîteya Têkiliyên Navdewletî ya Encûmena Nûneran a Sûriyê radigihîne, egera nêzîkbûna bi Tirkiyê re heye û welatê wî amade ye ku pêwendiyan bi Tirkiyê re baştir bike, lê du mercên wan hene.

Serokê Komîteya Têkiliyên Navdewletî ya Encûmena Nûneran a Sûriyê Bitrus El-Mircan derbarê pirsa asayîkirina pêwendiyên Sûriye – Tirkiye de ji rojnameya “izvestia” ya Rûsî re ragihand, Sûriye ji bo başkirina pêwendiyên bi Tirkiyê re amade ye û diyar kir ku ji bo vê yekê jî hin mercên wan hene.

El-Mirjan got: “Berî her tiştî divê Tirkiye li xwe mikur were ku axa welatekî din dagir kiriye û komên ku ji aliyê Encûmena Asayişa navdewletî ve weke rêxistinên terorîst tên dîtin, dihewîne. Divê hêzên ji bakurê Sûriyê derxîne û dawî li piştgiriya grûpên çekdar ên li wir bîne. Piştî wê jî Sûriye dê ji bo pêşxistina pêwendiyan amade be.”

Amaje bi wê yekê jî kir, li pêşiya başkirina pêwendiyên bi Tirkiyê re hin astengiyên cidî hene û diyar kir ku di warê ewlehiyê de di navbera her du welatan de pêwendiyên cuda hene.

El-Mircan destnîşan kir, divê pêwendiyên di navbera welatan de li ser bingeha têkiliyên baş ên cîrantiyê bên avakirin û berjewendiyên hevpar ên her du welatan li ber çavan bên girtin û got ku ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Enqerê re ti pirsgirêka Esed nîne.

Ev daxuyaniyên vî rayadarê Sûrî piştî wê tê, di dama dawî de asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê bûbû rojev û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di meha borî de gotibû, “Ti pirsgirêka me bi têkbirina Esad re nîne. Di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî nayê qutkirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu jî ragihandibû, di navbera dezgehên îstixbarata Sûriyê û Tirkiyê de pêwendî hene û ji bo diyaloga bi Sûriyê re ti şert û mercên Tirkiyê nînin.