UNICEFê alîkariyên bijîşkî radestî Herêma Kurdistanê kir

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji bo çareseriya nexweşiyên zikçûnê, alîkariyên bijîşkî radestî Herêma Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji bo çareseriya nexweşiyên zikçûnê, alîkariyên bijîşkî radestî Herêma Kurdistanê kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro sêşemê 13ê Îlona 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand, rêxistina UNICEFê ji bo çareseriya nexweşiyên zikçûnê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ev cara yekem e ku Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) alîkariyên bijîşkî rasterast dişîne Wezareta Tendirustiyê.

Herwiha hat diyarkirin ku alîkariyên bijîşkî ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve hatine wergirtin û dê bi ser hemû rêveberiyên tendirustiyê de werin dabeşkirin.