Artêşa Ukraynayê: Me droneke Îranê xiste xwarê

Artêşa Ukraynayê ragihand, hêzên wan cara yekem li qada şerê dijî Rûsyayê li nêzîkî Kharkivê, droneke bombekirî ya Îranê xistine xwarê.

Hewlêr (K24) – Artêşa Ukraynayê ragihand, hêzên wan cara yekem li qada şerê dijî Rûsyayê li nêzîkî Kharkivê, droneke bombekirî ya Îranê xistine xwarê.

Artêşa Ukraynayê wêneya parçeyê drona têkbirî belav kiriye û radigihîne, ev nîşaneya pêwendiya bihêz a navbera Moskow û Îranê ye.

Derbarê dronê de, artêşa Ukraynayê ragihandiye, ew dron ji aliyê Îranê ve hatiye çêkirin û ji cûreya M214 – Ceyran 2 ye û li nêzîkî Kharkivê xistine xwarê.

Amerîkayê di meha Tîrmeha borî de diyar kiribû ku zanyariyên îstixbaratî hene ku Îran plan dike dronên bombekirî pêşkêşî Rûsyayê bike, lê belê Îranê ev îdia red kiribû.

Şerê Ukraynayê ji 24ê Sibata 2022yan ve dest pê kiriye û di destpêka şer de Rûsya heta nêzîkî Kîeva paytext pêş ketibû û heta niha li gelek beşên Ukraynayê şer berdewam e.