Rûsya ji bo merasîma cenazeyê Şahjina Brîtanyayê nehat vexwendin

Roja 19ê Îlona 2022yan dê merasîma cenazeyê Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem birêve biçe, Rûsya, Belarus û Myanmar ji bo beşdariya merasîmê nehatin vexwendin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja 19ê Îlona 2022yan dê merasîma cenazeyê Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem birêve biçe, Rûsya, Belarus û Myanmar ji bo beşdariya merasîmê nehatin vexwendin.

Medyayên cîhanî ji çavkaniyên hikûmeta Brîtanyayê ragihandine, di dawiya hefteya borî de vexwendname bo hemû welatên cîhanê hatiye şandin, da ku di merasîma cenazeyê Şahjin Elizabetha Duyem de amade bin.

Hat diyarkirin ku vexwendname ji bo welatê Rûsyayê nehatiye şandin, ji ber êrîşên wê yên ser Ukraynayê, herwiha welatê Belarus jî ji ber ku piştevaniya êrîşên Rûsyayê dike.

Herwiha ji ber kudetaya leşkerî ya bi ser hikûmetê de ku sala borî hatibû kirin, bi heman şêwe, xwendname ji bo welatê Myanmarê jî nehatiye şandin.

Tê çaverêkirin ku zêdetirî du hezar kes ji şah û serok û serokwezîr û kesayetên girîng ên cîhan û Brîtanyayê di merasîma cenazeyê Elizabetha Duyem de amade bin.

Şahjin Elizabetha Duyem roja pêncşemê 8ê Îlona 2022yan di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir, ku navê wê Elizabeth Alexandra Mary ye û di sala 1926an de li Londonê jidayîk bûye û di 6ê Sibata 1952yan de textê qraliyeta Brîtanyayê wergirt.

Elizabetha Duyem şahjina 15 welatan a li Yekîtiya Commonwealth bû, ku li jêr hikûmraniya sîstema qraliyetê ya Brîtanyayê ne.

Piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, kurê wê yê 74 salî Mîr Charles bû Şahê Brîtanyayê.