Saziya Sivîl a Penaberan: Tirkiye penaberên Sûriyê bi darê zorê vedigerîne

Li Tirkiyê di demên dawîn de qafile bi qafile koçberên Sûriyeyî bo welatê xwe tên şandin, lê saziyeke sivîl a penaberan radigihîne, kesên tên şandin bi dilê xwe naçin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê di demên dawîn de qafile bi qafile koçberên Sûriyeyî bo welatê xwe tên şandin û li gor gotina rayedaran ew kes bi dilê xwe diçin. Lê saziyeke sivîl a penaberan radigihîne kesên tên şandin ji bo rûniştinê xwediyê belgeyên fermî ne û bêyî dilê xwe tên şandin, yanê tên dersînorkirin. Mafnasekî Sûriyeyî radigihîne di meheke dawîn de 2 hezar û 700 koçber bêyî dilê xwe bo Sûriyê hatine şandin.

Hikûmeta Tirkiyeyê, piştî fişara partiyên opozîsyonê û civaka vî welatî yên li dijî koçberên Sûrî li ser esasa xwebexşî amadekariya şandina 1 milyon koçberan bo deverên bakurê Sûriyeyê dike.

Di rojên dawîn de di çarçoveya vê planê de qafile bi qafile koçberan bo Sûriyeyê tên şandin. Rayedar her çiqas bibêjin; “Koçber bi dilê xwe diçin” lê belê li gor saziyên sivîl ên penaberan di nav kesên tên şandin de hejmareke zêde koçberên ku belgeya runiştina wan heye jî bêyî dilê xwe tên şandin.

Li gor ragihandina mafnas û endamê Platforma Mafên Penaberan Taha Elgazî ku li ser penaberan demeke dirêj e xebat û lêkolînan dike, tenê di meha Tebaxê de di ser deriyê sînorê Cîlvegozuyê re 2 hezar û 700 koçber bi awayekî derhiqûqî hatine dersînorkirin.

Mafnas û Endamê Platforma Mafên Penaberan Taha Elgazî ji K24ê re ragihand: “Pêşî di pergala fermî de qeyda navnîşana koçberan hatin rakirin. Li ser vê rayedar bang li koçberan kirin da ku agahiyên navnîşana xwe li saziyên fermî qeyd bikin. Lê ji ber ku maweyek kurt de ev kar neçû serî koçberên yasayî wek qaçax hatin nîşandan. Piştre bo dersînorkirinê bi zorê kaxiz bi koçberan dan îmzekirin û ji serê salê heta niha 8 hezar koçber bo Sûriyê hatin dersînorkirin.”

Gelek koçberên Sûriyeyî ku ji bo rûniştinê xwediyê belgeyên pêwîst û fermî ne lê ji ber metirsiya dersînorkirinê zehmetiyên mezin dikşînin. Yek ji wan jî Ahmad Katieyî koçberê Sûriyeyî ye.

Ahmad Katie ji K24ê re ragihand: “Carekê ji bo kar çûbûm Misirê lê vegerê li aliyê Tirkiyê nehiştin ku ez bikevim wî welatî. Piştre dîtin ku bo xebatê destûra min heye ez hiştim. Niha li Tirkiyeyê dijîm, lê belê eger ez ji bo karekî girîng ji vir derkevim nahêlin ku ez vegerim cem malbata xwe. Gelek koçberên nas dikim hene ku nasnameya wan ji bo runiştinê jî hebûn lê bi awayekî kêfî bo Sûriyê hatin dersînorkirin.”

Li gor amarên fermî li Tirkiyeyê 3 miyon û 655 hezar koçberên Sûriyeyî dijîn. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê da zanîn ku li ser daxwaza koçberan 500 hezar kes bo Sûriyeyê şandine. Lê bi nêrîna saziyên sivîl ên mafnasan piraniya kesên hatine şandin bêyî dilê xwe, yanê hatine dersînorkirin.