Keçeke Êzidî piştî 8 salan ji revandinê vegeriya nava kesûkarên xwe

Keça Kurd a Êzidî Wefa Elî Ebbas diyar dike, heta niha çarenivîsa birayê wê û 20 kesên din ji malbata wan ne diyar e
kurdistan24.net

Duhok (K24) – Keça Kurd a Êzidî Wefa Elî Ebbas ku berî 8 salan li gundê Koco yê ser bi Şingalê ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, berî çend rojan li kampa Holê hat rizgarkirin û duhî vegeriya hembêza malbata xwe li Duhokê.

Keça Kurd a Êzidî Wefa Elî Ebbas berî 8 salan li gundê Koco bi dayik, xwişk û birayekî xwe re ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin. Berî çend rojan jî li kampa Holê hat rizgarkirin û vegeriya hembêza malbata xwe li Duhokê.

Dayik û xwişka Wefa Elî Ebbas pêştir hatin rizgarkirin û niha bi bavê wê re li welatekî derve ne. Wefaya ku niha zimanê xwe dayikê ji bîr kiriye diyar dike, heta niha çarenivîsa birayê wê û 20 kesên din ji malbata wan ne diyar e.

Dexîl Beşar ku ji kesûkarên Wefayê ne ji K24ê re got: “Em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî dikin ku revandiyên me rizgar bikin. Heta niha hîn kesûkarên me li Iraq, Sûriye û kampa Holê revandî ne.”

Wefa Elî Ebbas jî çîroka revandina xwe ji K24ê re got û wiha axivî: “Dema em revandine, dayik û xwişka min bi min re bûn. Li Mûsilê em ji hev hatin veqandin û Reqayê û xwişka xwe ji hev veqetiyan. 7 caran ez hatim kirîn û firotan. Min çend caran hewla revandinê da, lê kesî alîkariya min nekir û ez dîsa hatim girtin û eşkencedan. 4 salan ez li kampa Holê bûm. Ez hatim rizgarkirin, lê tiştekî li ser malbata xwe nizanim.”

Wefa niha gihîştiye cem kesûkarên xwe û ji jiyana dîlî û eşkencedanê rizgar bûye, lê hîn çarenivîsa gelek keç, jin û kurê Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, ne diyar e û malbatên wan daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikin ku revandiyên wan rizgar bikin yan çarenivîsa wan diyar bikin.

Berpirsê Dosya Rizgarkirina Revandiyên Êzidî Xeyrî Bozanî ji K24ê re got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê û heta niha roleke wê ya bi bandor ji bo rizgarkirina Êzidiyan hebûye û heta niha zêdetir ji 3 hezar û 500 kes rizgar kirine, lê mixabin hikûmeta Iraqê tevî ku danûstandinên me bi berpirsên wê re hene, lê ti giringî nedaye vê pirsê û nehatiye ser xetê.”

Çekdarên DAIŞê di 3ê Tabaxa 2014an de êrîşî Şingalê û derdora wê kir û zêdetir ji 5 hezar Kurdên Êzidî kuştin, bi hezaran kes revandin, her wiha bi sedhezaran jî koçber bûn.  Li gor amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, 6417 kes ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin û heta niha 3554 kes hatine rizgarkirin.