Viyan Sebrî: Rêber Ehmed namzedê PDKê ji bo postê Serokomarê Iraqê ye

Seroka Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê: PDK, YNK, aliyên Şîe û Sune komîteyekê ji bo dariştina karnameya hikûmeta nû ya Iraqê de pêk anîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê radigihîne, Rêber Ehmed tenê namzedê PDKê ji bo postê Serokomarê Iraqê ye.

Seroka Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî îro 14ê Îlona 2022an ji K24ê re ragihand, heta niha Rêber Ehmed tenê namzedê PDKê ji bo postê Serokomarê Iraqê ye.

Derbarê postê serokwezîrê bê yê Iraqê de jî Viyan Sebrî got: Çarçoveya Hevahengiyê li ser namzedkirina Mihemed Siya Sûdanî ji postê serokwezîrê bê yê Iraqê rijd e, lê bi me xweş e ku di vê derbarê de lihevkirin di navmala Şîe de hebe.”

Destnîşan kir jî, komîteyek di navbera PDK, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), aliyên Şîe û Suneyan de ji bo dariştina karnameya hikûmeta nû ya Iraqê de hatiye pêkanîn.

Diyar kir jî, karnameya hikûmeta bê ya Iraqê ji Kurdan re gelekî giring e, ji ber ku gelek pirsên taybet bi Herêma Kurdistanê hene divê di hikûmeta bê kar li ser bê kirin, ji wan jî, pirsên budce, dabeşkirina dahatên hikûmeta federalî, Pêşmerge û madeya 140 a destûrê ne.

Ji hilbijartinên parlemanî yên Cotmeha 2021ê ve, Iraq tûşî xitimîna siyasî bûye ji ber ku aliyên Iraqî negihiştine formulekê ji bo pêkanîna hikûmetê û hilbijartina serokomar û serokwezîr.