WHO: Dawiya Koronayê nêzîk bûye

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand, vîrusa Koronayê (Covid-19) bi dawî dibe, ku ji ber wê bi milyonan mirovan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand, vîrusa Koronayê (Covid-19) bi dawî dibe, ku ji ber wê bi milyonan mirovan canê xwe ji dest dan.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom di konferanseke rojnamevanî de ragihand, cîhan nêzîkî bidawîbûna Koronayê bûye, divê em ji metirsiyên vê vîrusê hîn jî agahdar bin.

Tedros Adhanom diyar kir, rêjeya pêketiyên Koronayê li cîhanê kêm bûye, me ti car pêşbînî nedikir ku em li ser vê vîrusa kujer zal bibin.

Adhanom dibêje: “Metirsiya dubare belavbûna Koronayê bi awayekî berdewam heye, divê em her dem rênimayên xweparastinê cidî werbigrin.”

Li gor amarên herî dawî yên WHO, heta niha 6 milyon û 507 hezar û 916 kesan ji ber bandora Covid-19ê li seranserê cîhanê canê xwe ji dest dane.