Li Duhokê termê kesekî di nav otomobîlekê de hat dîtin

Termê kesekî bi temen ku şofêrê barhilgir e, di nav otomobîla wî de li nêzîkî komelgeha Merîna ya ser bi navçeya Sêmêl hat dîtin.

Duhok (K24) – Termê kesekî bi temen ku şofêrê barhilgir e, di nav otomobîla wî de li nêzîkî komelgeha Merîna ya ser bi navçeya Sêmêl hat dîtin.

Li gor zanyariyên destpêkê, şofêr ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Polîsê Parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman ji Kurdistan24ê re ragihand, temenê şofêr 61 salî ye û piştî dîtinê, termê wî bo Tiba Dadî ya Duhokê hat veguhestin.

Hêmin Silêman herwiha diyar kir, li gor zanyariyên destpêkê, şofêr welatiyê Tirkiyê ye û derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.