Nêçîrvan Barzanî daxwazekê ji Parlamentoya Almanyayê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke Parlamentoya Almanyayê li ser rewşa siyasî ya Iraqê û kêşeyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke Parlamentoya Almanyayê li ser rewşa siyasî ya Iraqê û kêşeyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro çarşemê 14ê Îlona 2022yan li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeke Parlamentoya Almanyayê ya ji Partiya SPDê bi serokatiya Nils Schmidt kir.

Di civînekê de ku, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bû, peywendiyên Almanya yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, erkê hêzên Almanyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsên girêdayî mafê mirov û azadiya li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, DAIŞ li Iraq û Sûriyê hê jî gefeka rasteqîn e û ji bo jinavbirina terorê Iraq û Herêma Kurdistanê hê jî pêwîstî bi alîkarî û piştevaniya navdewletî heye, ji ber vê yekê Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku Parlamentoya Almanyayê di meha cotmeha bê de biryarê li ser dirêjkirina erkê hêzên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê bide.

Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyên mirovî û leşkerî bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina sazî û demokrasiyê û ber bi pêşvebirina prensîpên mafên mirovan û azadiyan pêwîstî bi Ewrûpiyan heye û ew dikarin di vê warî de alîkariya me bikin.

Tevî bilind nirxandina rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de, şanda mêvan matmayîna xwe ji pêşketin û avadaniya Herêma Kurdistanê nîşan da û kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku piştî têkşikandina terorîstan proseya avadanî û veberhênanê dest pê kiriye.

Herwiha tekezî li ser dostayetiya Almanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û aştî û aramiya Iraqê ji bo navçeyê bi giştî bi girîngî zanî.

Hevahegiya navbera arteşa Iraq û Pêşmergeyê Kurdistanê, rewşa herêmî bi giştî û çend mijarên din yên cihê girîngîdana hevbeş jî gotûbêj kirin.