Washington ji bo çareseriya kêşeya petrol û gaza Kurdistanê navbeynkariya aliyê sêyem pêşniyar dike

Barbara Leaf ragihand, piştî biryara Dadgeha Federal a li ser peymanên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Amerîka ti destwerdanê nake û ew di wê baweriyê de ye ku divê aliyê sêyem navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.
Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf
Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf

Hewlêr (K24) – Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf ragihand, piştî biryara Dadgeha Federal a li ser peymanên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Amerîka ti destwerdanê nake û ew di wê baweriyê de ye ku divê aliyê sêyem navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike û biryara Dadgeha Federal rewşa Iraqê ber bi xirabtir ve dibe.

Meha Sibata borî, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di biryarekê de peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê weke neyasayî bi nav kir û metna yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê weke berevajî destûrê bi nav kir.

Li hember wê, Serokatiya Herêmê, parlamento û hikûmet û Encûmena Bilind a Dadwerî yên Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Federal weke siyasî wesf kir û tekezî li ser destûrîbûna yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê kir.

Barbara Leaf di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser pirsa derbarê mijara petrol û gaza Herêmê û biryara Dadgeha Federalî de ragihand: “Di serdana vê mehê de bi Bexda û Hewlêrê, min pêşniyar kir ku herdu aliyên nakok ên Hewlêr û Bexdayê, bi navbeynkariya aliyê sêyem, dest bi danûstandinan bikin.”

Leaf destnîşan kir: “Çareseriya vê kêşeyê gelek demdirêj bûye û çaverêkirineke mezin li pey wê hatiye û divê ev mijar were çareserkirin û deriyekî yasayî jê re were dîtin û pêwîstiya vê mijarê bi hebûna yasayeke taybet a petrol û gazê heye ji bo çareseriya kêşeyan.”

Herwiha eşkere kir, ew di wê baweriyê de ye ku peyama wê bi başî gihîştiye Hewlêr û Bexdayê û got: “Ez bawer im serkirdeyên siyasî yên Iraqê li Hewlêr û Bexdayê dikarin mekanîzmayeke nû ji bo gotûbêjkirina vê mijarê bibînin.”

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf diyar kir, Amerîka ti helwesteke yasayî û destûrî li ser wê biryara Dadgeha Federal nîşan nade, lê ev biryar rewşa Iraqê baştir nake.