Operasyona roja duyem a hêzên Pêşmerge li navçeyeke Kerkûkê birêve çû

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, roja duyem a operasyona hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Qerehesen a ser bi parêzgeha Kerkûkê birêve çû.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, roja duyem a operasyona hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Qerehesen a ser bi parêzgeha Kerkûkê birêve çû.

Li gir daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro danê sibê 14ê Îlona 2022yan, li Mîhwera Çar a Hêzên Pêşmerge, operasyona roja duyem li navçeya Qerehesen, li gundên Siyamend Sûr, Qişlax, Ferqan, Pelkan, Bizle û Şêx Cîrî berdewam bû.

Operasyon ji du aliyan ve dest pê kir û bi dirêjahiya dema şeş demjimêr û nîv berdewam bû, ku tê de yekeyên ser bi Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge beşdar bûn.

Ev operasyon piştî wê yekê tê ku terorîstên DAIŞê bi rêya torên civakî tirs û xof di nav welatiyên navçeyê de belav kiribû, ji bo dilniyakirin û nehiştina metirsî û parastina welatiyên navçeyê, hêzên Pêşmerge ev operasyon encam da, ku hemû navçeyê kontrol kir û hêzên zêdetir ên Pêşmerge li wê navçeyê têne bicihkirin.