Bi amadebûna Mesrûr Barzanî kevirê binyatê yê riya Sipîlik – Xelîfan tê danîn

Riya Sipîlik – Xelîfan beşek ji riya sereke ya Hewlêr – Soran e ku Hewlêr bi deriyê sînorî ya Hacî Omeran ve girê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kevirê binyatê yê cotrêya Sipîlik – Xilêfan tê danîn.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 15ê Îlona kevirê binyatê yê cotrêya Sipîlik – Xilêfan li Îdareya Serbixwe ya Soranê tê danîn.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji K24ê re ragihand, dirêjahiya cotrêya Sipîlik – Xilêfan 8.5 kîlometro ye û li ser budceya taybet a Îdareya Serbixwe ya Soranê û bi piştevaniya Serokatiya Encûmena Wezîran bi 64 milyar û 234 milyon û 265 hezar Dînarên Iraqê tê cibicîkirin.

Diyar kir jî, ev rê ji baştirîn şêwe û bi standardên cîhanî ji aliyê Kavîn Grup vet ê cibicîkirin û yek ji projeyên stratejîk ên Îdareya Serbixwe ya Soranê ye.

Cibicîkirina vê projeyê, çûnûhatina di navbera Îdareya Serbixwe ya Soran û navçeyên din asantir dike û dê roleka wê ya ji bo kêmkirina qerebalixiyê û bûyerên çûnûhatinê hebe.

Riya Sipîlik – Xelîfan beşek ji riya sereke ya Hewlêr – Soran e ku Hewlêr bi deriyê sînorî ya Hacî Omeran ve girê dide û ji bilî asankariya di çûnûhatina welatiyan de, ev rê ji bo tevgera bazirganiyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranî de dê roleke wê ya girîng hebe.