Tendirustkaran xwarina nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî boykot kirin

Nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî ya Diyarbekirê
Nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî ya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Li Nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî ya Diyarbekirê rêxistinên tendirustiyê bi sedema ku xwarin kêm tê çêkirin û di hawirek nepaqij de tê derxistin, boykota xwarinê li dar xistin û di hewşa nexweşxaneyê de sifreya xwarinên danîn.

Ji aliyê Platforma Tendirustiyê ya Diyarbekir ve di hewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Silheddîn Eyyubî de boykota xwarina nexweşxaneyê hat kirin.

Tendirustkarên beşdarî boykotê bûne amaje kirin ku xwarina li nexweşxaneyê tê çêkirin hem kêm e û têra nexweş û xizmên nexweşan nake û hem jî di hawirek nepqaij de tê çêkirin.

Tendirustkaran di hewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Silheddîn Eyyubî de sifreya xwe danîn û ji dêvla xwarina nexweşxaneyê simît xwarin.

Nûnerên tendirustkaran amaje kirin ku mafê wan e xwarina paqij û têra herkesî bike bixwin û bang li rayedaran kirin ku derbarê vê rewşê de gavan biavêjin.