Komîteyeke NY: Rêveberiya Xweser karê partiyên siyasî û rojnamevanan asteng dike

Serokê Komîta Lêkolînan a Navdewletî ya Serbixwe Paulo Pinheiro
Serokê Komîta Lêkolînan a Navdewletî ya Serbixwe Paulo Pinheiro

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîta Lêkolînan a Navdewletî ya Serbixwe li ser Sûriyê di raporta xwe ya nû de radigihîne, Rêveberiya Xweser karên saziyên ragihandinê û partiyên siyasî asteng dike.

Komîta Lêkolînan a Navdewletî ya Serbixwe li ser Sûriyê raporteke nû derbarê, tawan û binpêkirinên mirovî yên li seranserî Sûriyê de belav kir û tê de da zanîn, ev raport ji Netewên Yekgirtî re hatiye pêşkêşkirin û tê de encamên binpêkirinên di navbera 1ê Çile û heta 30yê Hezîranê de hatine kirin, diyar dike.

Her wiha di raportê de hatiye gotin, ev zanyarî ji encama 501 hevdîtinên rasterast û nerasterast, belge, wêne û vîdyoyan hatine girtin.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser de Komîta Lêkolînan a Navdewletî ya Serbixwe diyar dike, xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê ji ber nebûna ewlehî, êrîşên çekdarî li seranserî sînorê bi Tirkiyê re û zêdebûna êrîşên DAIŞê, di rewşa xirap de dimînin.

Her wiha da zanîn, di egera destpêkirina operasyoneke Tirkiyê ya plankirî li bakur û rojavayê Sûriyê de, şer û pevçûn li gelek deveran di navbera grûpên çekdar ên hêzên Tirkiyê ji aliyekî ve û HSDê ji aliyekî din ve û di encama êrîşên asmanî yên Tirkiyê de, gelek kesên sivîl hatin kuştin.

Raportê amaje bi bûyerên zîndana Sînaa ya DAIŞê li Hesekê kir û diyar kir ku hejmarek nediyar ji çekdaran di wê êrîşê de reviyane, nêzîkî 500 kesî hatin kuştin ku ji nava wan 120 karmendên zîndanê û şervanên HSDê û 4 kesên sivîl bûn.

Di raportê de hat diyarkirin ku di encama operasyona kontrolkirina zîndana Sînaa de, dora 6 hezar kes ji malên xwe derketin û nêzîkî 40 xaniyên li nêzîkî zîndanê hilweşiyan û ziyan dîtin.

Li ser binpêkirinên Rêveberiya Xweser jî di raportê de hat gotin, saziyên ragihandinê û partiyên siyasî ji aliyê Rêveberiya Xweser û kesên nenas ve rastî êrîşan hatine û karê wan hatine astengkirin. Her wiha 2 rojnamevan jî ji bo heyama 2 mehan hatin revandin.

Her wiha da zanîn jî, Rêveberiya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li ser rojnamevanên ku dixwazin li herêmên Rêvebera Xweser bikin ferz kiriye ku tevlî Yekîtiya Ragihandina Azad bibin, heta ku bikarin karê xwe yên rojnamevanî bikin ku ev yek jî bandorê li kar û serbixwebûna karê rojnamevaniyê dike.

Di beşeke din a raportê de jî hatiye, navend û ofîsên ENKS û partiyên di nava wê de li Dêrik, Dirbêsiyê, Heseke û Til Temirê rastî êrîşan hatiye û dora 7 nivîsgehên partiyan hatine şewitandin.

Komîta Lêkolînan a Navdewletî ya Serbixwe, roja 22ê Tebaxa 2011an ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatiye damezrandin û bi erkê lêkolînkirina hemû binpêkirinên mafên mirovan yên ku ji Adara 2011an ve li Sûriyê qewimîne û diqewimin radibe, ji bo diyarkirina rewşên ku binpêkirinên mafên mirovan û tawanan tê de têne encamdan û destnîşankirina berpirsên wan binpêkirinan.