Dadgeha Federal giliya derbarê destûra Herêma Kurdistanê de red kir

Hewlêr (K24) – Dadgeha Federal a Iraqê giliya derbarê nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê de red kir.
Doz ji aliyê Parlamenterê Iraqê Basim Xeşan ve li gor madeya 120 a destûra Iraqê hatiye vekirin û tê de xwestiye ku di demeke kin de destûra Herêma Kurdistanê were danîn û sînorê desthilatên wê û şêwaza cîbicîkirina desthilatên wê werin diyarkirin, ku ew destûr nakok nebe ligel destûra herdemî ya Iraqê.
Di bersivê de Dadgeha Federal a Iraqê îro pêncşemê 15ê Îlona 2022yan di biryara xwe de ev gilî red kir û ragihand, li gor destûra Iraqê û yasaya Dadgeha Federal, dadgeh nikare biryareke bi vî rengî li ser vê mijarê bide.
Herwiha di biryara dadgehê de hatiye, divê parlamenter Basim Xeşan lêçûnên dozê û kirêya parêzeran bide ku bi qasî 100 hezar Dînar e.
