Keça Kurd Mizgîn Zîlan di du beşên werzişê de bû yekem

Mizgîn Zîlan Axahatûn ku hemû astengiyan ji pêşiya serkeftinên xwe rakirî ye, li Tirkiyê hem di werzişa ‘Jûdoyê’ de, hem jî di werzişa ‘Halterê’ de serkeftina yekemîn bidest xist.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Mizgîn Zîlan Axahatûn ku hemû astengiyan ji pêşiya serkeftinên xwe rakirî ye, li Tirkiyê hem di werzişa ‘Jûdoyê’ de, hem jî di werzişa ‘Halterê’ de serkeftina yekemîn bidest xist. Mizgîna 19 salî radigîne ku mamosteyê wê û Serokê Federasyona Werzişvanên Berasteng Mehmet Emîn Erdogan rê li ber wê xweş kiriye ku bawer bike û van serkeftinan bidest ve bîne.

Di çavên Mizgîn Zîlan Axahatûn de ji dayîkbûna wê ve astengiya dîtinê heye û heta ku dibe keçikeke 15 salî jî, bawer nake ku ewê rojekî bibe werzişvaneke şampiyon. Piştî ku bi Serokê Kuluba Berastengên Dîtinê yê Peyas a navçeya Diyarbekirê Mehmet Emîn Erdogan re hev nas dikin, çîroka jiyana wê jî diguhere.

Mizgîn Zîlan niha 19 salî ye û li Tirkiyê, hem di olîmpiyatên Halterê de, hem jî di Jûdoyê de navnîşana şampiyoniyê bidest ve aniye.

Mizgîn Zîlan ji K24ê re ragihand: “Mamosteyê min Mehmet Emîn Erdogan, ji bo werzişkarên berasteng bibijêre hat dibîstana min û ji şiyan û hewldanên min bawer kir, piştre jî min pê bawer kir û ev encam derketin. Bi piştgiriya mamosteyê min, li gel astengiyan îro bidestve anîna van serkeftinan ciyê şanaziyê ye. Niha jî em xwe ji bo şampiyonaya cîhanê amade dikin û armanca min ew e ku li olîmpiyatên navneteweyî jî ez bi başî nûnertiya welat û bajarê xwe bikim.”

Mamosteyê Mizgîn Zîlan Axahatûn û Serokê Kuluba wê Mehmet Emîn Erdogan jî, di sala 2021’an de di olîmpiyatên navneteweyî yên Halterê de buye şampiyonê cîhanê û tînê ziman ku ew jî bi serkeftinên xwe û Mizgîn serbilind e.

Mehmet Emîn Erdogan diyar kir: “Hêj dest bi lîseyê nekiribû, em çûn ku Mizgîn, li malê gelek pirsgirêkan dijiya.  Ji bo ku Mizgîn werziş bike, em bi dayîk û bavê wê re peyîvîn. Wê demê malbatê erênî werzişvaniya wê nedinihêrtin. Lê ji bo qanix kirinê min xwe mînaq da û min got :’ez jî weka te bûm û yê min jî serdemekî tu baweriya min tunebû, lê min werziş kir û ez li Ewrûpayê bûm yekem, tu çima nebî?’ Û min wê di rêya xwe de gihand. Piştî ku hat salonê me dît ku het jêhatî ye, hem jî xwedî şiyana ye.”

Mizgîn Zîlan Axaoglû û Mehmet Emîn Erdoxan du lehengên ku serkeftinan bidestve anî ne. Li gel ku astengiya wan ya dîtînê heye, lê bi baweriya xwe û bii xebata xwe encamên serkeftî bdestve anîne. Daxwaz dikin ku hemû kesên wek wan, wan mînak bigirin û ji bo armancên xwe kar û xebat bikin.