Turkdogan: Dewlet naxwaze rastiya doza Mûsa Anter eşkere bibe

Parêzerê doza Mûsa Anter û Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan li ser doza Mûsa Anter diyar kir, kuştina Mûsa Anter di çarçoveya tawana dijî mirovahiyê de ye.
Parêzerê doza Mûsa Anter û Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan
Parêzerê doza Mûsa Anter û Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan

Hewlêr (K24) - Parêzerê doza Mûsa Anter û Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan li ser doza Mûsa Anter diyar kir, kuştina Mûsa Anter di çarçoveya tawana dijî mirovahiyê de ye, ji ber ku xwestin bi kuştina wî tirsekê li ser gelê Kurd çêbikin.

Ozturk Turkdogan ji bajarê Enqerê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê sedema bêencambûna doza Mûsa Anter de ragihand: “Îro li Tirkiyê siyaseteke bêcezakirinê tê birêvebirin, li Tirkiyê kesên ku karmendên dewletê ne, ji ber tawanên xwe nayên cezakirin, em jî ji vê re dibêjin siyaseta cezanekirinê. Tê xwestin ku kujerên Mûsa Anter eşkere nekin û encameke wisa derketiye pêşiya me.”

Turkdogan bal kişand ser paşxistina rûniştina doza Mûsa Anter û diyar kir, divê di 21ê Îlonê de ev doz hilneweşe, kuştina Mûsa Anter di çarçoveya tawana dijî mirovahiyê de ye, ji ber ku xwestin bi kuştina wî tirsekê li ser gelê Kurd çêbikin,  loma ev kuştin tawaneke li dijî mirovahiyê ye.

Parêzerê doza Mûsa Anter dibêje, dewlet naxwaze rastî derkevin holê, ji ber ku eger rastî eşkere bibin, ew rêxistinên neyasayî yên di nava dewletê de hemû dê eşkere bibin.

Li ser pirsa “Gelo eger doz were betalkirin, hûn weke parêzerê dozê çi bikin?", Ozturk Turkdogan got: “Em ê mafên xwe yên nerazîbûnê bi kar bînin, ev doz dê biçe dadgeha îstînafê, piştre eger em encamekê bi dest nexin, em ê biçin dadgeha bilind, eger encamekê bi dest nexin, em ê serî li dadgeha destûrê bidin, piştre em ê vê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê.”