Zelensky: Me li Izyumê goreke bikom dît

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, piştî ku bajarê Izyumê yê li nêzîkî Xarkîvê ji destê Rûsan hat wergirtin, me li wê derê goreke bikom dît.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, piştî ku bajarê Izyumê yê li nêzîkî Xarkîvê ji destê Rûsan hat wergirtin, me li wê derê goreke bikom dît.

Volodimir Zelensky diyar kiriye, ew dixwaze cîhan bizane ku Rûsya çi bi ser welatê wî de aniye.

Zelensky destnîşan kiriye: “Em ê sibe zanyariyên zêdetir derbarê gora bikom û hejmare qurbaniyan de eşkere bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Polîsê Izyumê Segey Botfînov ragihand, di nava gora bikom de termên 440 kesan hene.

Herwiha eşkere kir, piraniya qurbaniyan bi gulleyan hatine kuştin û beşek ji wan di encama bombebaranan de bûne qurbanî.

Li ser vê mijarê Zelensky gotiye: “Rûsya ji ku derê çûbe, li pey xwe mirin hiştiye, divê cîhan vê rastiyê bizane û Rûsyayê ceza bike. Em ji bo lêpirsîna derbarê Rûsan de hemû hewldanên xwe dikin.”