Serokwezîrê Ermenistanê: Di pevçûnan de 135 leşkerên me hatin kuştin

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand, di nav hefteyekê de di encama şer û pevçûnên navbera Azerbaycan û Ermenistanê de 135 leşkerên Ermenî hatine kuştin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand, di nav hefteyekê de di encama şer û pevçûnên navbera Azerbaycan û Ermenistanê de 135 leşkerên Ermenî hatine kuştin.

Nîkol Paşînyan di civîna hikûmetê de axivî û derbarê rewşa ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê de zanyarî dan.

Paşînyan diyar kiriye, niha hikûmet pêwîst nabîne ku rewşa şer ragihîne, lê belê kesên xwebexş dikarin sûdê bigihînin berevaniya welat.

Herwiha eşkere kiriye: “Heta îro, hejmara kuştiyan gihîştiye 135 kesan. Ev hejmar hêj tekez nîne, gelek birîndar hene.”

Roja 14ê Îlona 2022yan, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihandibû ku 105 leşkerên Ermenî di pevçûnan de hatine kuştin.

Di nava çend rojên borî de li ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê di navbera hêzên herdu aliyan de şer û pevçûn dest pê kiribû.