Li Swêdê rewşa koçberan diguhere

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên Swêdê, partiyên rastrew ku weke partiyên "li dijî koçberan û nijadperest" tên nasîn, ji 349 kursiyên parlamentoyê 176 kursî bi dest xistin.

Stockholm (K24) – Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên Swêdê, partiyên rastrew ku weke partiyên "li dijî koçberan û nijadperest" tên nasîn, ji 349 kursiyên parlamentoyê 176 kursî bi dest xistin, bi vê encamê jî, piştî 8 salan partiyên rastrew desthilatê werdigrin û hikûmetê pêk tînin.

Piştî proseya hilbijartinan, Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson dest ji kar berda û heta hikûmet were pêkanîn, Serokê Parlamentoyê dê karûbaran cîbicî bike.

Ji %99ê dengên hilbijartinên Parlamentoya Swêdê hatin hejmartin û li gor encamên destpêkê, partiyên rastrew ku ji Partiya Xirîstiyan Demokrat, Partiya Demokratên Swêdê, Moderat û Lîberalan pêk tên, di hilbijartinan de bi ser ketin, lê belê hîn nayê zanîn çawa û kengî û ligel kê dê hikûmetê pêk bînin, lewra hîn jî peykerê hikûmeta nû ya Swêdê zelal nebûye.

Partiyên rastrew ên Swêdê, di bangeşeya hilbijartinan de tekezî li ser çend mijaran dikirin, ji wan mijaran ên herî girîng, nehiştina tundûjiyê, kêmkirina  rêjeya kuştinê û rêgirî li hatina pêla koçberan bûn, bi van dirûşman, bala gelek dengderan kişandin û serkeftin bi dest xistin. Niha divê dengder heta hilbijartinên bê, çaverê bikin ku bersiva dengên xwe werbigrin.

Kurdekî nişteciyê Swêd yê bi navê Kardo Xaneqînî ku îsal di bûyerekê de kurek û du biraziyên wî li Stockholmê hatin kuştin, dibêje: “Di bernameya bloka rastrewan de tekezî li nehiştina diyardeya kuştinê kiribûn, loma min dengê xwe da wan.”

Partiyên rastrew ku weke partiyên li dijî koçberan têne nasîn, di hilbijartinên sala 2018an de ji sedî 17.5 deng bi dest xistibûn, lê belê di hilbijartinên 11ê Îlona îsal de karîn ji sedî 20.6ê dengan bi dest bixin û bibin partiya duyem a herî mezin a Swêdê. Her çiqas deng û kursiyên Partiya Sosyal Demokrat di van hilbijartinan de zêde bûbe jî, lê dengên partiyên hevpeymanên wê kêm bûye, loma partiyên bloka çep, nikarin bi tena serê xwe hikûmetê pêk bînin.

Niha nayê zanîn ku li Swêdê hikûmet dê çawa were pêkanîn û hikûmeta nû çawa be. Tenê tiştek zelal bûye ku partiyên li dijî koçberan li Swêdê bihêz bû û heta radeyekê, çend salên bê, ji bo koçberan baş nabe.