Li Rihayê di şerê navbera du grûpan de 9 kes birîndar bûn

Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê di şerê du grûpan de 9 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê di şerê du grûpan de 9 kes birîndar bûn.

Li taxa Sevimlî ya ser bi navçeya Kaniya Xezalan, ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn, di navbera du malbatan de nîqaş derket. Di encama nîqaşê de endamên her du malbatan bi dar û keviran êrîşî hev kirin.

Di bûyerê de ji her du aliyan 9 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

9 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hatin veguhestin.

Gumanbarên tevlî şer bûn ji cihê bûyerê reviyan û hêzên cendirme ji bo desteserkirina wan dest bi xebatê kirin.