Li hember kuştina Jîna Emînî nerazîbûn û bertek tên nîşandan

Ji ber canjidestdana Jîna Emînî, xwepêşandanên berfireh li Tehranê birêve çûn û xeta înternetê jî li beşeke mezin a Îranê hat sînordarkirin.

Hewlêr (K24) – Ji ber canjidestdana Jîna Emînî, xwepêşandanên berfireh li Tehranê birêve çûn û xeta înternetê jî li beşeke mezin a Îranê hat sînordarkirin.

Piştî ku Jîna Emînî, keça Kurd a xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê polîsê Tehranê bi hinceta pabendnebûna bi hîcabê, hatiye êşkencekirin û duh 16ê Îlona 2022yan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da, ev bûyer rastî nerazîbûneke mezin hat.

Li gor çend vîdeoyên ku li medyaya civakî belav bûne, li Tehranê heta derengên şeva borî, xwepêşandanên berfireh birêve çûne û xelk nerazîbûna xwe li hember reftara hêzên Îranê û sînordarkirina azadiyan nîşan dane û ev kiryara polîsan hatiye şermezarkirin.

Xwepêşanderan dirûşmên cuda li dijî Komara Îslamî ya Îranê gotine û çalakvanan jî ji Kurdistan24ê re ragihand, xeta înternetê li Tehranê û beşeke Îranê hatiye sînordarkirin, da ku rê li ber zêdebûna alozî û xwepêşandanan bigrin.

Xalê Jîna Emînî ji Kurdistan24ê re diyar kir, îro termê Jîna digihîje bajarê Seqizê û li wir tê bixakspartin, tê çaverêkirin ku îro li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên berfireh ji bo nîşandana nerazîbûna li hember êşkencekirina Jîna werin lidarxistin.