Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî li xelkê Îranê dikin

Beşek ji çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaza greva giştî ji xelkê Îranê kirin.

Hewlêr (K24) – Beşek ji çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaza greva giştî ji xelkê Îranê kirin. Di beşeke daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Jîna Emînî yekem qurbaniya siyasetên Komara Îslamî ya Îranê yên li dijî jin û mirovan nîne û ya dawî jî nabe.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Asayîşa cadeyên bajarên me ji bo jinan guncaw nîne û sedema sereke ya tunebûna asayîşê jî hêzên Îrşadê ye.” (Îrşad, hêzeke taybet e ji bo sepandina hîcabê.”

Çalakvan dibêjin: “Komara Îslamî ya Îranê alaya desthilatdariya xwe li ser termê bi sedan û bi hezaran jinên qurbaniyên tundûtûjiya hikûmet û civakê hildaye.”

Çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê amaje bi "bêtaqetbûna îdeolojiya hikûmetê li hember jinên Îranê" daye û ji xelkê Îranê daxwaz kiriye "vê bêdengiyê bişkinîn".

Piştî ku Jîna Emînî, keça Kurd a xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê polîsê Tehranê bi hinceta pabendnebûna bi hîcabê, hatiye êşkencekirin û duh 16ê Îlona 2022yan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da, ev bûyer rastî nerazîbûneke mezin hat.

Li gor çend vîdeoyên ku li medyaya civakî belav bûne, li Tehranê heta derengên şeva borî, xwepêşandanên berfireh birêve çûne û xelk nerazîbûna xwe li hember reftara hêzên Îranê û sînordarkirina azadiyan nîşan dane û ev kiryara polîsan hatiye şermezarkirin.

Xwepêşanderan dirûşmên cuda li dijî Komara Îslamî ya Îranê gotine û çalakvanan jî ji Kurdistan24ê re ragihand, xeta înternetê li Tehranê û beşeke Îranê hatiye sînordarkirin, da ku rê li ber zêdebûna alozî û xwepêşandanan bigrin.

Îro termê Jîna Emînî li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê hat bixakspartin.