Li daristanên Şirnexê birîna daran tevî hemû bertek û nerazîbûnan didome

Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li hemberî birîna daran dest bi çalakiyan dikin.
Barhilgir darên daristanên Şirnexê vediguhêzin, wêne: K24
Barhilgir darên daristanên Şirnexê vediguhêzin, wêne: K24

Şirnex (K24) - Li bajarê Şirnexa Bakurê Kurdistanê, tevî hemû nerazîbûnan birîna daran hê jî berdewam dike. Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li hemberî birîna daran dest bi çalakiyan dikin. Rêveberên HDP’ê û DBPê yên Şirnexê dibêjin; li ser navê ewlekariyê daristan û xwezaya Kurdistanê tê talankirin wêrankirin.

Li rêya Şirnex û Sêrtê, nêzîkî du salan e, barhilgir darên daristanên Şirnexê vediguhêzin bajarên Bakur û Tirkiyeyê. Li gorî encaman raporên fermî, di nava du salan de ji %8ê daristanên Şirnexê hatine birîn. Li gorî rayedarên HDPê yên Şirnexê, armanca birîna daran valakirina gundan û wêrankirina daristanên Kurdistanê ye.

Hevserokê Rêxistina HDPê ya Şirnexê Abdullah Gungen ji K24ê re diyar kir: “Polîtîkayek di bin navê ewlekariyê de tê meşandin. Bi taybetî jî li Kurdistanê birîna daran dest pê kiriye. Birîna daran bi navê ewlekariyê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Darên çiyayên Kurdistanê hatin birîn. Çiyayên aliyê Goyan hemû rût kirine.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) , Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) , Tevgera Jinên Azad (TJA) , Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya, ji bo ku di 17ê Îlonê de nerazîbûneke girseyî nişan bidin bi rojane li bajarên Bakur û Tirkiyeyê çalakiyan birêve dibin.  Parêzgariya Şirnexê ji bo dema 15 rojan hemû cûre çalekî qedexe kir. Rêveberên DBP’ê dibêjin; her gav çalakiyên wan tên qedexekirin lê belê ew dê mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin.

Hevserokê Rêxistina DBPê ya Şirnexê Zekî Îrmez ji K24ê re diyar kir: “Her çiqas astengiyan derxînin û qedexeyan ragihînin jî em vê çalakiyê wekî mafekî zagonî dibînin, ev mafekî me yê dadwerî ye. Ev çalakiya me çalakiyeke demokratîk e. Çalakiya me çalakiyeke aştîxwaz e. Ev çalakî li hemberî talankirina ekolojiyê û talankirina xwezaya me ye. Em ê vê çalakiyê bikin.”

Şêniyên gundên ku darên wan tên birîn û Baroya Şirnexê ji bo rawestandina birîna daran, serî li Rêveberiya Daristanan dabûn lê rêveberiyê bersiv neda. Li ser vê yekê Baroya Şirnexê jî ji bo ku birîna daran bi biryara dadgehê bê rawestandin serî li Dadgeha Herêmê ya Mêrdînê da. Dadgehê hêj ti biryar neda ye.

Du sal in ji daristanên Şirnexê birîna daran ango talankirina daran berdewam dike. Partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl derdikevin qadan û dibêjn; êdî dest ji birîn û talankirina daran berdin û ew nerazîbûnên xwe bi çalakiyan nişan didin.