Di xwepêşandana Seqizê de kuştî û birîndar hene

Xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî merasîma cenazeyê Jîna Emînî, ber bi qeymeqamiya bajêr ve bi rê ketin û kuştina Jîna Emînî şermezar kirin, lê belê hêzên ewlehiyê teqe li xelkê kir û li gor zanyariyan, kuştî û birîndar hene.

Hewlêr (K24) – Xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî merasîma cenazeyê Jîna Emînî, ber bi qeymeqamiya bajêr ve bi rê ketin û kuştina Jîna Emînî şermezar kirin, lê belê hêzên ewlehiyê teqe li xelkê kir û li gor zanyariyan, kuştî û birîndar hene.

Îro şemiyê 17ê Îlonê, termê Jîna Emînî gihîşte bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê û li Goristana Ayçî bi xakê hat spartin.

Di wêne û vîdeoyên ku bo Kurdistan24ê re hatine şandin de diyar dibe ku bi hezaran xelk di merasîma cenazeyê Jîna Emînî de beşdar bûne û piştî veşartina cenazeyê wê, çendîn dirûşmên weke "neman bo dîktator" ji aliyê xelkê ve hatin gotin.

Xelk piştre çûn ber avahiya qeymeqamiya Seqizê û daxwaza eşkerekirina hûrgiliyên wê tawanê û cezakirina encamderên wê tawanê kirin, lê belê hêzên ewlehiyê bi mebesta belavkirina xelkê, gulle berdan û ji ber vê kuştî û birîndar hene, lê hîn zanyariyên bi hûrgilî derbarê hejmara qurbaniyan de tune ne.

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ku roja 13ê Îlonê li Tehranê bi hinceta ku pabendî hicabê nebûye, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre ji ber ku êşkence lê hatibû kirin, bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û piştî 3 rojan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.