HSD: Divê hemû hêzên cîhanê ji bo kampa Holê bi erka xwe rabin

Qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovîtî û Ewlehiyê” ya li kampa Holê bi dawî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovatî û Ewlehiyê” li kampa Holê bi dawî bû. Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Newroz Ehmed jî bang li welatên cihanê kir, welatiyên ji kampê werbigirin.

Qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovatî û Ewlehiyê” a Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) û HSDê ya ku roja 25ê Tebaxa borî li kampa Holê dest pê kiribû, îro di roja xwe 24emîn de bi dawî bû.

Li gor daxuyaniyeke asayişê, ji destpêka operasyona “Mirovatî û Ewlehiyê” de 226 çekdar û bergumanên DAIŞê hatin desteserkirin ku ji 36 ji wan jin in, 25 tunel û xendeq ku ji bo veşartinê tên bikaranîn hatin dîtin, hu dehan konên ji bo belavkirina hizra DAIŞê hatin jinavbirin û hejmarek mezin ji çek, teqemenî, alavên kuştin û eşkencedanê hatin desteserkirin. Her wiha 2 keçên Êzidî jî hatin rizgarkirin.

Bi boneya bi dawîbûna vê operasyonê jî, Endama Fermandariya Giştî ya HSDê Newroz Ehmed û û endamê hêzên taybet ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Clavde Tudor daxuyaniyek li kampa Holê da.

Newroz Ehmed daxuyand ku kamp ji bo tevahiya cîhanê metirsiyeke cidî ye û got “Divê hemû hêzên cîhanê ji bo kampa Holê wekî hêzên me û Rêveberiya Xweser bi erka xwe rabin.”

Newroz Ehmed diyar kir ku ne tenê di hundirê kampê de, her wiha li derveyî kampê bi taybet jî herêmên Derazorê, çalakiyên şaneyên veşartî yên DAIŞ zêde bûne.

Endama Fermandariya Giştî ya HSDê tekez kir jî, ev pêngav bidawî bû lê dê xebatên wan bidomin, ji bo tinekirina DAIŞ ji kokê de.

Her wiha bang li hemû welatan û hemû hêzên cîhanî kir di demek herî nêz de welatiyên xwe ji kampa Holê werbigirin û vegerînin welatên xwe, yan jî piştgiriyek xurtir bidin ku ew bikaribin bi hev re jiyaneke aram ava bikin.

Ji aliyê xwe ve endamê hêzên taybet ên Hevpeymaniya Navdewletî Clavde Tudor got, Jinên DAIŞ`ê konên di nava kampê ji bo cihê veşartinê bikar dianîn, her wiha di nav konan de zarok û jin dadgeh û ceza dikirin. Di heman demê de jî hizrê tundrew ê DAIŞ`ê li kampa Holê belav dikirin.

Kampa Holê li bajarê Heseke, yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin. Ev operasyona “Mirovatî û Ewlehiyê” a asayiş û HSDê piştî wê hat ku ji destpêka îsal ve 44 kes li kampa Holê hatine kuştin. 

Beşek ji çek, teqemenî û alavên DAIŞê yên di kampa Holê de hatine desteserkirin
Beşek ji çek, teqemenî û alavên DAIŞê yên di kampa Holê de hatine desteserkirin