Karvedanên aliyên Rojavayê Kurdistanê ji nêzîkbûna Enqere û Şamê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Karvedanên egera nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê zêde dibin. Daxuyaniyên pêkanîna operasyoneke nû li ser Rojavayê Kurdistanê ji alî Tirkiyê ve jî kêm bûn e. Serokê partiyeke nava Rêveberiya Xweser ji K24 re ragihand, armanc ji vê nêzîkatiya Tirkiye û Sûriyê, têkdana destkeftên Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ne. Endamekî ENKS jî dibêje, Tirkiyê gilopa kesk a pêkanîna operasyonê ji Amerîka wernegirtiye û operasyon daye rawestandin.

Di vê dema dawî de, daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê û di serî de Serokomarê wî welatî Receûp Tayip Erdogan derbarê pêwendiyên ligel Rejîma Sûriyê, her wiha civînên di navbera serokên dezgehên hewlagiriyê yên her du welatan, karvedanên mezin li pey xwe ve anîne û bûye cihê dilgiranî û tirsa Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê. Berpirsên vê Rêveberiyê jî didin xuyakirin armanc ji nêzîktiya Sûriyê û Tirkiyê têkdana destkeftên rêveberiyê ne, lê di dema niha de jî pirs ew e gelo dê ev yek bandorê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bike yan jî na.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî – Sûriya Rizgar Qasim ku partiya wî di nava Rêveberiya Xweser de ye ji K24ê re got: “Têkiliyên Tirkiye û Sûriyê ji hev qut nebûne. Peymanên kevin di navbera wan de hene, yek ji wan jî peymana Edenê ya sala 1998an. Armanc ji berdewamiya van têkiliyan jî, pirsa Kurd e, ta ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê negihin ti mafê û statuyekê. Bandora vê yekê ne tenê li Rojava lê belê li beşên din ên Kurdistanê jî dibe.”

Piştî daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê asayîbûna pêwendiyên ligel rejîma Sûriyê, niha behsa encamdana operasyoneke nû ser Rojavayê Kurdistanê kêm bûye, diyar dibe ku erêkirina destpêkirina vê operasyonê girêdayî helwestên hejmareke welatên ku destên wan di nava karûbarê Sûriyê de hene.

Endamê Xwecihiya ENKSê ya li Rihayê Elî Temê dibêje: “Di meha borî de şandeke Amerîka derbasî Kobanê û berî wê jî şandeke Brîtanî hat. Xuya ye lihevkirin çêbûye û Tirkiyê jî gef û operasyona xwe rawestandiye. Tirkiye heta glopa kesk ji Amerîka wernegire, dê ti operasyonên din li Rojavayê Kurdistanê neke.”

Egera nêzîkbûna Tirkiyê û rejîma Sûriyê û vegera pêwendiyên wan, ne tenê bandorê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, belkû vê yekê jî tirsek xistiye nava opozîsyona Sûriyê, heta niha serkirdeyên opozîsyonê bi cidî xwe nêzîkî vê mijarê nakin û dibêjin jî ew xwe tevlî karbarê navxwe yê Tirkiyê nabin.