Şam: 14 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê diyar kir, heta niha 14 kes li parêzgehên Sûriyê yên cuda bi nexweşiya Kolerayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de da ragihand, 201 pêketiyên Kolerayê li nexweşxaneyên Heleb, Heseke, Dêrazor, Laziqiye, Şamê û Humsê hatine tomarkirin.

Diyar kir jî, heta niha 14 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane, 11 kes ji wan li bajarê Helebê, 2 li Dêrazorê û 1 kes li Hesekê ne.

Wezaretê destnîşan kir ku derman bi hemû cureyên wê peyda dibin û ew ji bo nexweşxaneyan tên şandin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, tenê li parêzgeha Dêrazorê zêdetir ji 200 kesan bi Kolerayê ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane û gelek kêmanî di dermanan û pêwîstiyên bijîşkî de heye.

Ev amar di demekê de ne, di çend rojên borî de piştî tomarkirina haletên pêketin û mirina bi Kolerayê li navçeyên cuda ên Sûriyê, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) hişyarî ji belavbûna nexweşiya Kolerayê li seranserî Sûriyê dabû.

Lê Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyê Dr. Hesen El-Xabeş duhî di civîna bi nûnerên ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên nehikûmî yên tenduristiyê yên ku li Sûriyê kar dikin re, ragihand, rewşa epîdemîolojîk a belavbûna Kolerayê di bin kontrolê de ye.