Berpirsê di nava PKKê de Mehmed Gurbuz hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) kuştina 5 çekdarên YPG û PKK li Rojavayê Kurdistan ragihand ku berpirsê di nava PKKê de Mehmed Gurbuz heye.

Ajansa “AA” a Tirkiyê belav kir, MÎTê 2 operasyonên taybet ên bi dronan li dijî çekdarên YPG û PKKê li Eyn Îsayê pêk anîne û di encamê de 5 çekdarên YPG û PKKê hatine kuştin.

Hat ragihandin ku ew operasyon roja 16ê Îlonê hatine kirin û di nava kuştiyan de berpirsê PKKê yê li herêma Firatê Mehmed Gurbuz “Rojhat Karakoçan” heye.

Di vê derbarê de jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di çarçoveya lêpirsîna di êrîşa Tirkiyê û armanckirina Mehmed Gurbuz û wan 4 çekdarên YPGê de, HSDê nêzîkî 60 kesî destser kirin.

Li gorî Rewangehê, HSDê hewl dide bizane kî zanyariyan li ser cih û tevgera hêzên wê dişîne ji Îstixbarata Tirkiyê re.

Ev yek di demekê de ye, piştî gefa Tirkiyê ya destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê HSDê de zêde bûne.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Twittera xwe belav kir, li Geverê di şerê bi gerîlayên PKKê re, 2 çekdarên PKKê hatinê kuştin û çekdarekî din ê PKKê hatiye desteserkirin.

PKKê jî ragihand, di nava du rojên borî, wan 25 caran êrîşî hêzên Tirkiyê kirine û herî kêm 19 leşkerên Tirk hatine kuştin.