Artêşa Tirkiyê gundên Qamişlo, Kobanê û Amûdê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê ji serê vê sibê ve gundên Qamişlo, Amûde, Kobanê û Eyn Îsayê dide ber topan
Topxaneya Tirkiyê
Topxaneya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê ji serê vê sibê ve gundên Qamişlo, Amûde, Til Temir, Tirbesipî, Kobanê, Girê Sipî û Eyn Îsayê dide ber topan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro danê sibê careke din topxaneya artêşa Tirkiyê deverên di bin bandora Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundê Qermûx yê ser bi Kobanê ve kire armanc û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Medyaya nêzîkî HSDê jî da zanîn, artêşa Tirkiyê 7 gundên ser bi Eyn Îsayê ve û gundên Xirbet Beqer, Bîr Zinar, Evdokê yên ser bi Girê Sipî ve û gundên Zormixar û Til Şiîrê yên Kobanê topbaran kirine, lê ti zanyarî derbarê ziyanên topbaranê de nehatine belavkirin.

Her wiha artêşa Tirkiyê îro danê sibê gundê Cirnikê ser bi Amûdê ve, gundê Til Zîwan li rojhilatê Qamişlo, bajarokê Hîmo li rojavayê Qamişlo, gundê Rûtal yê Xiristiyanan li rojavayê Tirbesipiyê dane ber topan.

Ev êrîş di demekê de ye, Tirkiyê bi berdewamî gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê HSDê de zêde bûne.