Grûpên çekdaran bacê li ser zeytûnên Efrînê disepînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi nêzîkbûna werzê çinîna zeytûnan re, grûpên çekdaran dest bi ferzkirina bacên giran li cotkarên Kurd ên Efrînê ferz dikin.

Jêderekî taybet ji K24ê re ragihand, li navçeya Bilbilê yê Efrînê çekdarên grûpa Sultan Murad baca % 15 li ser berhema zeytûnan û % 25 jî li ser xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan ferz kirine.

Ji sala 2018an ve Tirkiyê û grûpên çekdaran herêma Efrînê dagîr kirine û ji wê demê de, ji bilî destdanîna li ser dar û zeviyên koçberên Kurd û dizîna zeyt û zeytûnan, bacên giran li ser berhemên çandiniyê ferz dikin.

Herêma Efrînê ku bi darên zeytûnan naskirî ye û nêzîkî 20 milyon darên zeytûnê lê hene, di çend salên borî de û li gorî medyaya navdewletî, berhemên zeytûnan bûne çavkaniyeke dahatê ji grûpên çekdar re.